Li Tirkiyê amarên herî dawî yên koronayê
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 974 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 16ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1192 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 249 hezar û 309 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 997 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 230 hezar û 969 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hejmara nexweşên me yên nû, ji duh kêmtir e. Ji hejmara nexweşên me yên ku heta îro bi vîrûsê ketine, 12 hezar û 366 kes hêj nexweş in. Ango, şiyana wan a belavkirina vîrûsê heye. Evana û kesên bi wan re ketine têkiliyê, di karantînayê de ne. Eger em baldar bibin û xwe ji rîska li derve biparêzin, em dikarin bileztir bi ser bikevin.”
Î.A