Li Iraqê ji ber koronayê 94 kesan canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 94 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 94 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 94 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 202 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 17ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 180 hezar û 133 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 128 hezar û 954 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 605 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 954 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A