Li Iraqê 4 hezar û 576 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 82 kesan jiyana xwe ji dest dan

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 82 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 82 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 576 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 18ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 184 hezar û 709 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 131 hezar û 840 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 574 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 6 hezar û 36 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A