Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber koronayê mirine gihişt 6 hezaran

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 16 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 16 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1263  kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 251 hezar û 805 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 942 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 232 hezar û 913 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Encama pişkinînên vîrûsa koronayê ku her roj li ser vê tabloyê têne eşkerekirin, wan amaran dide nîşandan ku nêzîkî deh roj berê derbasî van kesan bûye. Li gor van encaman, bi qasî deh roj berê, li cihên ku li gor tedbîran tevnegeriyane, vîrûs derbasî 1263 kesên din bûye. Eger em bi biryar bibin, em dikarin vê hêzê nedin vîrûsê.”

 

Î.A