Sedema zêdebûna pêketiyên koronayê li Silêmaniyê hat eşkerekirin

Piştî zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) li Silêmaniyê, tendirustiya bajêr diyar kir ku hatina hejmareke zêde ya geştyaran, bû sedema zêdebûna koronayê û ragihand; pêketiyên koronayê ber bi kêmbûnê ve diçe, lê ji ber qerebalixiya ku çêbûbû, hejmara pêketiyan zêde bûye, bi taybetî jî di rojên cejnê de gelek kes nêzîkî hev bûbûn.

K24 – Silêmanî

Azad Hewramî, Rêveberê Nexweşxaneya Tahîr Elî Walî Beg diyar kir: “Destpêkê asta pabendiya xelkê bi rênimayên tendirustiyê, wisa kir ku li Silêmaniyê rewşa tendirustiyê heta demekê baş bidome, lê hatina hejmareke mezin a geştyaran ji parêzgehên naverast û başûrê Iraqê, wisa kir ku rêjeya pêketiyan car din zêde bibe.”

Hewramî herwiha destnîşan kir: “Eger em Nexweşxaneya Tahîr Elî Walî Beg a li Silêmaniyê weke mînak werbigrin, ji ber zêdebûna nexweşan ti cihekî vala nemaye. Meha borî tenê du nexweş di vê nexweşxaneyê de hebûn.”

Zêdebûna amarên koronayê li Silêmaniyê piştî betlaneya cejnê ji aliyê rayedarên tendirustiyê ve hatibû pêşbînîkirin.

Yad Neqşebendî, Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê hişyarî da û ji welatiyan daxwaz kir ku pabendî rênimayên tendirustiyê bibin.

Her roj pêketin û mirinên bi vîrûsa koronayê zêde û kêm dibin, lê bijîşk daxwaz dikin; welatî pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û xwe ji cihên qerebalix dûr bixin, da ku amar kêm bibin û jiyana wan parastî bin.

Î.A