Li bajarê Hesekê krîza avê berdewam e

Krîza avê hîn jî li bajarê Hesekê berdewam e û rewşa welatiyan roj bi roj zehmetir dibe. Xelkê bajarê Hesekê daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin ku rewşa wan çareser bike û avê ji wan re peyda bike.
kurdistan24.net

K24 – Heseke

Ji ber qutkirina avê li navenda Elok a Serê Kaniyê li ser bajarê Hesekê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, krîza avê hîn jî li bajarê Hesekê berdewam e û rewşa welatiyan roj bi roj zehmetir dibe. Xelkê bajarê Hesekê daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin ku rewşa wan çareser bike û avê ji wan re peyda bike.

Navê bajarê Hesekê bûye “bajarê bê av”. Li taxa Miftî ya bajêr, welatî ji heyama 15 rojan ve bê av in , loma peydakirina avê bûye karê rojane yê xelkê vî bajarî û kesê ku bikaribe avê bidest bixe, ew xwedî şaneke mezin e. Luqman Esed , karker e û xwedî karînên kêm e, ji ber ku ew nikare her 2 rojan avê bi 5 hezaran bikire , malbata wî ji 3 rojan ve bê av maye.

Xelkê Hesekê dibêjin ku xwediyên tankeran kesebaziyê dikin û avê bi nirxekî buha difroşin wan û ava ku digêje wan tehle û ji bo xwarin û vexwarinê naye bikaranîn.

Ji aliyê xwe ve şaredariya bajêr û Desteya Avê didin zanîn ku ew avê bê pere li malan belav dikin, lê ji ber mezinbûna bajêr û hejmara kêm ya sîtêr û tankeran, av nagihêje hemû mal û taxan.

Ji bo çareserkirina kirîza avê ku ji nêzî 10 mehan ve rû daye, Desteya Avê ya Rêveberiya Xweser li ser projeyekê kar dike û nêzî 50 bîrên avê li gundewarê Hesekê amade dike. Li gorî rêveberiya avê, projeya wan dê 20 hezar metro cêcar av rojane ji bo tevahia Hesekê peyda bike.