Trump bo Kurdistan24: Peywendiyeke me ya baş bi Kurdan re heye

Li ser pirsyara nûçegihanê Kurdistan24ê ya derbarê peywendiyên Kurd û Amerîkayê de Donald Trump ragihand; peywendiyeke baş a Amerîkayê bi Kurdan re heye.

K24 – Waşinton

Li ser pirsyara nûçegihanê Kurdistan24ê ya derbarê peywendiyên Kurd û Amerîkayê de Donald Trump ragihand; peywendiyeke baş a Amerîkayê bi Kurdan re heye.

Donald Trump, Serokê Amerîkayê piştî civîna ligel Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê, li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî û got: “Hejmareke diyarkirî ji serbazên Amerîkayê dê li Iraqê bimînin, da ku eger Îran tiştekî bike, alîkariyê bikin.”

Serokê Amerîkayê diyar kir: “Amerîka beşdarî gelek projeyên dîtin û derxistina bîrên petrolê dibe.”

Trump destnîşan kir: “Me ligel Serokwezîrê Iraqê çend mijarên serbazî û pêşxitina warê petrolê gotûbêj kir û peywendiyeke me ya baş bi Iraqê re heye.”

Derbarê Kurdan de jî li ser pirsa Kurdistan24ê got: “Kurd di mijara jinavbirina DAIŞê de hevkarên me bûn. Peywendiyeke me ya baş bi Kurdan re heye.”

Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê jî diyar kir: “Iraq pêşwazî li kompanî û veberhênerên Amerîkayê dike.”

Kazimî herwiha got: “Şanda hikûmetê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên hejmarek peyman ligel şanda Amerîkayê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îmze kirin.”

Derbarê destwerdana Tirkiyê de jî Mistefa Kazimî got: “Em bi ti awayî binpêkirin û destwerdanên Tirkiyê yên bi ser axa Iraqê û rûmeta Iraqê de qebûl nakin.”

 

Î.A