Macron: Siyaseta Tirkiyê ligel berjewendiyên Ewropayê nagunce

Serokê Fransayê rexne li siyaseta berfirehxwazî ya Tirkiyê girt û got: “Siyaseta wan ligel berjewendiyên Ewopayê nagunce û li herêmê dê bibe sedema têkçûna aramî û seqamgîriyê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê rexne li siyaseta berfirehxwazî ya Tirkiyê girt û got: “Siyaseta wan ligel berjewendiyên Ewopayê nagunce û li herêmê dê bibe sedema têkçûna aramî û seqamgîriyê.”

Emmanuel Macron, Serokê Fransayê berî hevdîtina ligel Angela Merkel, Şêwirmenda Almanyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê rexne li lawaziya helwestên Ewropayê girt.

Macron herwiha ji kovara Paris Match re axivî û rexne li siyaseta berfirehxwazî ya Tirkiyê girt û got: “Siyaseta wan ligel berjewendiyên Ewopayê nagunce û li herêmê dê bibe sedema têkçûna aramî û seqamgîriyê.”

Emmanuel Macron diyar dike: “Divê Ewropa rûbirûyî karên bi vî rengî bibe û berpirsyariyê bigre stûyê xwe.”

Serokê Fransayê di beşeke din a axaftina xwe de dibêje: “Ez ne ligel hilkişandin û zêdekirina pirsgirêkê me, lê baweriya min bi dîplomasiya lawaz jî tine ye, me amajeyek şandiye, da ku wateyeke hevkariya Ewropayî hebe.”

Biryar e di hevdîtina Macron û Merkelê de çend mijar werin gotûbêjkirin, ku ji wan herî giring mijarên Belarus, Tirkiye, Malî û Lubnan e. Herwiha asoya peywendiyên Yekîtiya Ewropayê di siberojê de mijareke din a hevdîtinê ye.

 

Î.A