Romannivîsê navdar Eta Nehayî li nexweşxaneyê di çavdêriya hûr de ye

Romannivîsê navdar ê Kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Eta Nehayî, li nexweşxaneya Kirmaşanê di çavdêriya hûrbînî de ye

K24 – Hewlêr

Romannivîsê navdar ê Kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Eta Nehayî, li nexweşxaneya Kirmaşanê di çavdêriya hûrbînî de ye.

Eta Nehayî piştî ku li Nexweşxaneya Îmam Elî ya Kirmaşanê bi çavdêriya bijîşkên pispor ên rojhilatê Kurdistanê, neştergeriya dil ji bo wî hat kirin, bo beşa çavdêriya hûrbînî hat veguhestin.

Neştergerî roja yekşemê 16ê Tebaxê ji aliyê Prof. Dr. Fereydûn Sebzî ve hat kirin ku ew bi xwe ji xelkê Kirmaşan e û di asta navdewletî de bijîşkekî bi nav û deng e.

Li gor gotinên bijîşkên Nexweşxaneya Îmam Elî ya Kirmaşanê, neştergerî bi awayekî serkeftî bûye, lê hêj rê nayê dayîn ku serdana Eta Nehayî were kirin.

Kawan Nehayî, kurê Eta Nehayî ji Kurdistan24ê re ragihand; rewşa tendirustiya bavê wî baş e û neştergerî serkeftî bûye, tenê ji bo dilniyabûna tendirustiya wî, di çavdêriya hûrbînî de ye.

Eta Nehayî di sala 1960î de li bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye û ji peymangeha mamosteyan a li bajarê Weramînê yê Îranê derçûye.

3 sal piştî mamostetiyê, ji ber çalakiyên siyasî, ji karê xwe hatiye dûrxistin.

Beşek ji berhemên Eta Nehayî ev in:

Zirîke (çîrok)

Tengane (çîrok)

Gulî Şoran (roman)

Ew Balinde Birîndareke min im (çîrok)

Balindekanî Dem Ba (roman)

Grewî Bextî Helale (roman)

 

Î.A