Li Tirkiyê ji ber koronayê 22 kesan canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 80 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 80 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 21ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1203  kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 255 hezar û 723 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 772 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 235 hezar û 569 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hejmara nexweşên me yên nû li gor duh, kêm e. Hejmara nexweşên me yên başbûyî, li gor nexweşên nû kêmtir e. Nexweşên me yên giran zêde dibe. Ti têkoşîneke bi tedawîkirina nexweşan serketiye, tine ye. Têkoşîna mezin bi tedbîran dibe. Em bi tedbîr bin. Ya ku dê têk biçe, vîrûsa koronayê ye.”

 

Î.A