Dije teror a Kurdistanê şaneyek razayî ya DAIŞê li Hewlêrê girt
K24 – Navenda Nûçeyan
Dije teror a Kurdistanê ligel Hêza taybet a Hevpeymaniya Navdewletî şaneyek razayî ya DAIŞê li Hewlêrê girt
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ Kolonel Myles Caggins,, li hejmara xwe ya taybet li Twîter eşkere kir, ku roja 20ê tebaxê, tîmek nimûneyî ji Rêveberiya Dije Teror a Kurdistanê bi piştevaniya Hêza taybet a Hevpeymaniya Navdewletî karîn şaneyek razayî ya DAIŞ li Hewlêrê bigrin.
Herweha Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kir, ku ew şaneya razayî ya DAIŞ, ku li Hewlêrê hatî desteser kirin, bi biryara dadgehê hatin girtin. Lê hurgiliyên zêdetir derbarê operasyonê eşkere nekiriye.
C.B