Bombeyek bi karwaneke serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî de teqiya

K24 – Navenda Nûçeyan: Jêderekî ewlehiyê ragihand, bombeyek bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî de li bakurê Bexdayê teqiya.

K24 – Navenda Nûçeyan: Jêderekî ewlehiyê ragihand, bombeyek bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî de li bakurê Bexdayê teqiya.

Li gor zanyariyên wî jêderî ku nexwastiye navê bê aşkerekirin, li nêzîkî serbazgeha Tacî ya li bakurê Bexdayê bombeyeke vedayî bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî de teqiya.

Ev teqîn piştî wê yekê tê, Hevpeymaniya Navdewletî îro rgihandibû ku karwaneke wan ji serbazgeha Tacî vekişiyan û li serbazgeha Eyn Esed a li Enbarê bi cih bû.

Duhî jî li navçeya Xezaliye li rojavayê Bexdayê, bombeyek bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî de teqiyabû.

Pêştir hin grûpên çekdar, ji wan jî ketîbeya Hizbulaha Iraqî gef êrîşkirinê li hêzên Amerîka xwaribû, heger biryara Parlemana Iraqê bicih nekin û venekişin.

Parlemana Iraqê roja 5ê Çileya bûrî bi piraniya dengan, biryara derketina hêzên derveyî ji Iraqê derkiribû. Ew biryar piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudisê ya Pasdarên Îranê yê berê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebomehdî Mohemdis li nêzîkî firokxaneya Bexdayê hatibû.