Daxwaz tê kirin Qişleya Koyê bibe navendeke geştiyariyê

Qişle yek ji şûnwarên dîrokî yên bajarokê Koyê tê hejmaretin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan : Qişle yek ji şûnwarên dîrokî yên bajarokê Koyê tê hejmaretin û dîroka wê vedigere 200 salên berê. Rêveberiya Geştûgaziya Koyeyê dibêje, divê Qişleya Koyê bibe navendeke geştiyariyê.

Qişleya Koyê dîroka wê vedigere serdema Osmaniyan û berî 200 salî hatiye avakirin. Ji nîşanên di nava kelehê de diyar dibe, li her hikûmraniyekê ew serbazgeh û penagehek bû, niha jî bûye mîratekî bi nirx ê navçeyê.

Rêvebirê Geştûguzariya Koyeyê Îsmaîl Ebdula ji K24ê re got: Li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 3 hezar cihên şûnwarî hene, ji wan 180 şûnwar li sînorê Koye ne. Qişle jî yek ji wan şûnawrên girîng e û dîroka wê vedigere serdema Osmaniyan ku wê demê wek keleheke serbazî bikar dihat.

Îsmaîl Ebdula got jî: Piştî raperîna Herêma Kurdistanê, Hikûmet Herêmê girîngî da şûnwaran û di wê çarçoveyê de jî, Qişleya Koyeyê hat nûjenkirin.

Endamên Beşa Şûnwarên Koyeyê Hêmin Numan dibêje: Qişle dikare bibe we cihekî geştiyariyê, ji ber ku dikeve nava qezaya Koyeyê û gihîştina wê asan e.

Qişleya Koye li rojavayê Koye li ser girekî pehn e, rûbera wê zêdetir ji 2400 metro çargoşe ye. Derdora wê bi awayê kelehê hatiye avakirin û cihên berevaniyê li 4 deriyên wê hatine danîn. Li hin cihan, avahiya wê ji 2 qatan hatiye avakirin. Qişle dikare bibe cihekî geştiyariyê û jêdereke dahatê ji Koyeyê re.