Trump: Kazimî got te DAIŞ têk bir

Serokê Amerîkayê behsa axaftina xwe û Serokwezîrê Iraqê kir û got: “Kazimî spasiya min kir û got te DAIŞ têk bir.”

K24 – Waşinton

Serokê Amerîkayê behsa axaftina xwe û Serokwezîrê Iraqê kir û got: “Kazimî spasiya min kir û got te DAIŞ têk bir.”

Donald Trump piştî ku weke namzetê komariyan ê ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê hat diyarkirin, di gotareke xwe de diyar kir: “Hefteya borî ku Mistefa Kazimî li vir bû, derbarê têkbirina DAIŞê de spasiya min kir. Min jê pirsî 'Mebesta te ez im an Amerîka ye?' wî jî got 'Ez behsa te dikim, çimkî dema tu hatî ser desthilat, alozî û tevlihevî hebû, DAIŞ li hemû Iraq û Sûriyê bû, te ew têk bir'.”

Serokê Amerîkayê dibêje: “Min ji Serokwezîrê Iraqê re got 'evan gotinên xwe li medyayê bibêje', wî jî got 'ezê bibêjim', de ka êdî emê bibînin dê bibêje?”

Trump di axaftina xwe de, jinavbirina xelafeta DAIŞê, kuştina Ebûbekir Bexdadî, xelîfeyê DAIŞê, kuştina Qasim Suleymanî, Fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, di şerê li dijî terorê de weke serkeftinên xwe jimart.

Kongreya Komariyên Amerîkayê roja duşemê 24ê Tebaxa 2020an, Donald Trump weke namzetê xwe yê ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê diyar kir.

Hêjayî gotinê ye ku Demokratên Amerîkayê jî bi fermî Joe Biden weke namzetê xwe yê Serokatiya Amerîkayê eşkere kiriye.

 

Î.A