Almanya: Em piştevaniya danûstandina ligel Îranê dikin

Wezîrê Derve yê Almanyayê piştevaniya welatê xwe ji bo encamdana danûstandinên ligel Komara Îslamî ya Îranê ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Almanyayê piştevaniya welatê xwe ji bo encamdana danûstandinên ligel Komara Îslamî ya Îranê ragihand.

Heiko Mass, Wezîrê Derve yê Almanyayê, piştî gotûbêja ligel hevtayê xwe yê Îsraîlê, Gabi Ashkenazi, îro pêncşemê ragihand: “Em piştevaniya pêvajoya danûstandina ligel Komara Îslamî ya Îranê dikin, li ser bernameya mûşekî ya Îranê û siyaseta wê ya li Iraq û Sûriye û Lubnanê.”

Mass herwiha destnîşan kir: “Divê Komara Îslamî ya Îranê siyaseta xwe ya li herêmê biguherîne.”

Berî niha Amerîka ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê vekişiyabû û piştî wê, hikûmeta Tehranê bi destwerdana di milmilaniyên herêmê de tohmetbar kiribû.

 

Î.A