Li kempa Berdereşê 3 penaber bi Koronayê ketin

Ji bo cara yekem e, 3 penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa Berdereş a Herêma Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo cara yekem e, 3 penaberên Rojavayê Kurdistanê  li kampa Berdereş a Herêma Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketin. Rêveberê Kempê dide zanîn, ew bi berdewam rêkarên rûbirûbûna vîrûsa Koronayê digirin û çendîn car e jî alîkariyên bijîşkî li ser penaberan balav kirine.

Yekem car e 3ê li kempa Berdereşê 3 penaberên rojava yên bi rêxistineke navdewletî re di nav kempê de kar dikirin, bi koronayê ketin. Bizîşkê di Dezgeha Xêrxwezî ya Barzanî de Dr. Ebas Azad di wê derbarê de ji K24 re diyar kir, ew her sê penaber heta ku encamên testên wan derketin hatin kerentînekirin û ti kesî din yên nêzîkî wan bi Koronayê neketin.

Rêveberê Kempa Berdereşê Bêwar Kerîm da zanîn, ew bi berdewam rêkarên rûbirûbûna vîrûsa Koronayê digirin û çendîn car e jî alîkariyên bijîşkî yên taybet bi Koronayê li ser penaberan balav kirine. Herwiha ligel rêxistinên pêwendîdar jî girîngî dane hişyarkirina penaberan, ta xwe ji Koronayê biparêzin.

Ev yekem car e haletên pêketina bi Koronayê li nava kempên penaberên rojava de tên tomarkirin û niha ew her sê pêketî jî li nexweşxaneyeke taybeyt bi Koronayê li Duhokê çareseriyên pêwîst werdigirin.