Li Bexdayê kanala Dîcleyê hat şewitandin

Xwepêşanderên Bexdayê êrîşî avahiya kanala Dîcleyê kirin, kelûpelên kanalê şikandin û agir berdan avahiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwepêşanderên Bexdayê êrîşî avahiya kanala Dîcleyê kirin, kelûpelên kanalê şikandin û agir berdan avahiyê.

Li gor medyaya Iraqê, îro bi dehan xwepêşander ku hejmarek ji wan çekdar bûn, êrîş kirin ser avahiya kanala Dîcleyê ya li navenda bajarê Bexdayê.

Di vîdeoyekê de ku di dema avêtina ser kanalê de hatiye tomarkirin, xuya dike ku xwepêşander li ber çavên hêzên ewlehiyê bi gotina dirûşmên "Lebbeyk Ya Husên" êrîşî kanala Dîcleyê dikin.

Medyaya Iraqê diyar dike ku piştî şikandina kelûpel û amûrên kanalê, xwepêşanderan agir berdane avahiyê.

Li gor aliyên Şîe, kanala Dîcleyê di roja Aşûreyê de çend stran li ser ekrana xwe belav kirine, ev jî bertekeke tund a Şîeyan li pey xwe anî û ji ber vê, kanal hat girtin.

Î.A