Amareke nû li ser qurbaniyên Êzidî hat belavkirin

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû li ser rizgarbûyên Êzidî yên ji destê DAIŞê ragihand.

K24 – Hewlêr

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû li ser rizgarbûyên Êzidî yên ji destê DAIŞê ragihand.

Îro çarşemê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan ku baregeha wê li Duhokê ye, bi daxuyaniyekê ragihand: “Weke encameke tawana jenosayda Êzidiyan ji aliyê DAIŞa terorîst ve di 3yê Tebaxa 2014an de, em wan tawan û binpêkirinên li dijî mirovên Êzidî, bi hejmaran belge dikin.”

Hatiye eşkerekirin ku hejmara awareyan 310 hezar e û hejmara şehîdan di roja yekem a encamdana tawana jenosaydê de 1293 kes in.

Ofîsê amaje kiriye: “Hejmara gorên bikomî yên ku heta niha li Şingalê hatine dîtin, 83 gorên bikomî ne. Ev ji bilî gorên yek bi yek.”

Li gor daxuyaniyê, hejmara zarokên ku di encama wan tawanan de bê bav û bê dayîk mane, 2745 zarok in.

Hejmara mezargeh û cihên olî ku ji aliyê DAIŞê ve hatine teqandin, 68 mezar û perestgeh in.

Hejmara kesên ku koçî derveyî welat kirine, zêdetirî 100 hezar kes bûne.

Herwiha hejmara revandiyan 6 hezar û 417 kes in û ji wan 3547 kes jin û 2869 kes jî mêr in.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku hejmara rizgarbûyên ji destê DAIŞê, 3537 kes in, ji wan 1201 kes jin û 339 kes jî mêr in. Herwiha heta niha 1043 keç û 954 kurên Êzidiyan hatine rizgarkirin.

Li ser hejmara wan kesên ku heta niha jî di destê DAIŞê de ne, Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan eşkere kir; 2880 kes in û ji wan 1304 jin û 1578 kes mêr in.

Di dema dagirkirina navçeya Şingalê di havîna sala 2014an de, rêxistina DAIŞê nêzîkî 6 hezar zarok, jin û keçên Êzidî revandin. Herwiha hejmareke mezin ji zilamên Êzidî hatin kuştin û desteserkirin. Ev ji bilî awarebûna bi sed hezaran kesên Êzidî û dagirkirina mal û milkên wan.

 

Î.A