Serokê Fransayê: Xebatên me yên ji bo Şingalê berdewam in

Serokê Fransayê îro li Bexdayê çend hevdîtin ligel rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê pêk anîn û piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê civîneke çapemeniyê li dar xist.

K24 – Hewlêr

Serokê Fransayê îro li Bexdayê çend hevdîtin ligel rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê pêk anîn û piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Emmanuel Macron, Serokê Fransayê di civîna çapemeniyê de ligel Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê ragihand: “Xebatên me berdewam in, bi taybetî li ser çend mijaran ku mayeya giringiya me ye li Şingal û derbarê Êzidiyan de.”

Macron di beşeke axaftina xwe de diyar kir: “Fransa tekezî li pabendiyên li hember Iraqê dike ji bo dostaniya di navbera her du aliyan de û xebata di navbera her du welatan de, ev jî ji bo çespandina demokrasiyê ye li Iraqê. Me li ser rewşa niha gotûbêj kir. Tekezî li ser bihêzkirina hevkariyên li hemû waran hat kirin.”

Serokê Fransayê destnîşan kir: “Li ser çend mijaran ku mayeya giringiya me ye li Şingal û derbarê Êzidiyan de, xebatên me berdewam in. Emê di warê tendirustî û mirovî de jî alîkar bibin. Em pabendiyên xwe didomînin, bi taybetî di rûbirûbûna DAIŞê de ku Fransa ji destpêkê ve di şer de beşdar e û vî şerî gelek êş aniye Iraqê û şerê li dijî DAIŞê hê jî berdewam e.”

Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê jî spasiya piştevanî û alîkariyên Fransayê kir û got: “Emê peywendiyên xwe yên ligel Fransayê di hemû waran de pêşve bibin.”

Kazimî diyar kir: “Fransa di avakirina deverên zirardîtî de gelek alîkariya me kir, bi taybetî di projeyên Balafirgeha Mûsilê û jinûve avakirina Şingalê de.”

Serokwezîrê Iraqê eşkere kir: “Em li ser enerjiyê û alîkariyan axivîn, bi taybetî enerjiya atomî bi serperiştiya Ajansa Enerjiya Atomê, ji bo berhemanîna enerjiya elektrîkê. Emê hewl bidin ku astengiyên li ber kompaniyên Fransî ji holê rakin û ji bo wan hêsankarî bikin.”

Emmanuel Macron, Serokê Fransayê

Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê