Hewlêr û Enqere tekezî li bihêzkirina peywendiyên xwe dikin
K24 – Hewlêr
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda ligel wî, vê sibê li paytexta Tirkiyê bajarê Enqereyê ligel Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê civînek pêk anîn.
Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Tirkiyê û çawaniya pêşvebirina zêdetir a vê peywendiyê di hemû waran de, bi taybetî di warê aboriyê de hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li pêşvebirina zêdetir a liv û tevgerên bazirganî kirin.
Belavbûna vîrûsa koronayê û bandora wê li ser warê aboriya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, mijareke din a civînê bû. Li hember vê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe ji bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê nîşan da li ser pêşkêşkirin û şandina alîkarî û pêwîstiyên bijîşkî ji bo rûbirûbûna koronayê.
Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên li ser çareserkirina kêşeyan, metirsiyên terorê û rûbirûbûna wê, geşedanên herî dawî yên li herêmê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn.
Î.A