Hêza Hesen: Jin dikarin di bazirganiyê de bi ser bikevin

Keçeke Girê Sipî di ber astengiyan de ranaweste û derbasî karekî nû dibe.
kurdistan24.net

K24 – Kobanî

Keçeke Girê Sipî, piştî dagîrkirina bajarê wê û talanbûna mal û zeviyên malbata wê, koçberî Kobaniyê bû, lê tevî wê ranewestiya û ji nû ve gavên xwe avêtin û kompanyayeke veguhastina kelûpelan ya navdewletî li bajarê Kobaniyê vekir.

Hêza Hesen keçeke Kurd a ji bajarê Girê Sipî ya 25 salî ye, piştî dagîrkirina gundê wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, koçberî bajarê Kobaniyê bû. Piştî nêzî salekê ji têkçûna rewşa wan a aboriyê, biryara avakirina projeyekê stand û kompaniyeke veguhastina kelûpelan ya navdewletî vekir.

Hêza dibêje, ji ber ku hezkirina wê ji bazirganiyê re hebû, wê xwast vê projê bi rê ve bibe. Her wihe ta ku tekez bike ku jin jî dikarin karên bazirganiyê bikin.

Birêvebirina kompaniyeke veguhastina kelûpelan ji aliyê jinekê di civakê de li herêmê tiştekî nû ye, lê hêza yekemîn jin e xwe daye ber vî karî. Ew dibêje, xelk matmayê dimîne gava ku dizanin ku ew piroja wê ava kiriye, lê piştre bi wê gavê kêfxweşiyên xwe tînin ziman.

Hêza Hesen aşkere dike, ew di vî karî de rastî hin astengiyan tê, ji ber ku kar ji bo wê nû ye û hîna baş fêrê nebûye.

Hêza bi hêvî ye di pirojaya xwe de bi ser bikeve û alîkariya malbata xwe bike. Harwiha bajarê wê rizgar bibe û careke din vegere gundê xwe û di ber kompanyaya xwe, berdewamiya karê xwe yê çandiniyê jî bike.