Selahattin Demirtaş bang li dijbereya Tirkiyê dike

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo avakirina demokrasiyeke bingehîn, banga lihevhatina dijbereya Tirkiyê dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo avakirina demokrasiyeke bingehîn, banga lihevhatina dijbereya Tirkiyê dike.

Selahattin Demirtaş, Hevserokê Berê yê HDPê ku ev 4 sal in di zîndana Edîrneyê de girtî ye, bersiva pirsên medyaya Tirkiyê da.

Demirtaş da zanîn; rast e, bi zarokên xwe re di vê demê de hevdîtin nekiriye, lê ew mijar ji bo hemû zîndanan heye.

Selahattin Demirtaş da xuyakirin, hîn berê bo sîstema parlamenteriya bihêz pêşniyazên xwe kirine, destpêkê dixwaze, aliyên dijbere li ser vê yekê kar bikin.

Demirtaş destnîşan kir; eger hemû aliyên dijbere neyên ba hev jî, dibe ku, dîsa di hilbijartinê de bi ser bikevin, lê demokrasî nayê avakirin û got; eger li zîndanê nebûya, dikarîbû serdana Ahmet Davutoglu û Meral Akşener jî bike.