Li dêra Axtamarê marasîmeke olî ya Xiristiyanan birêve çû

Dêra Axtamara di çand û wêjeya Kurdan de xwedî cihek girîng e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Heştemîn car e li dêra Axtamara ya li nav gola Wanê bi beşdariya civata Ermeniyan ayînek birêve diçe. Dêra Axtamara di çand û wêjeya Kurdan de xwedî cihek girîng e ku gelek çîrok û efsane li ser hatine gotin û nivîsandin.

Dêr û girava Axtamara li nav gola Wanê, di wêje û efsaneya Kurdan de xwedî ciheke girîng e. Dêra Axtamar 1085 sal berê hatiye avakirin ku beşeke rasteqîne Xaça Qudisê lê hatiye veşartin.

Sala 1951 hikûmeta Tirkiye biryar dide Dêrê hilweşîne, lê romanivîsê navdar ê Kurd Yaşar Kemal ku wê demê hîn xwendekar bû, pêşî lê girt.

Desthilata AK Partî, rê da sala 2007 dêr wek muzexane bê vekirin û sala 2010 yekem merasîma ayînê birêve çû. Niha jî 8emîn merasîma ayînê li dêra Axtamarayê birêve diçe.

Qeşe Tatul Anuşyan dibêje: “Ji sala 2010 ve her sal tên. Tenê ne ji bo civata Ermeniyan, ji bo hemû cîhanê berhemek girîng e. Serberhemê navçeyê ye û dewlemendiya vê axê ye. Gelek şanazim ku hatin deverek weha”.

Wezareta Çand û Geştyariya Tirkiyeyê salê carekê moleta ayînê daye civata Ermeniyan.

Beşdarên ayînê ji bajarên Tirkiyê yên dûr hatin navçeya Gewaş ya Wanê. Ji ber bergiriyên Korona tenê 25 kes karîn beşdarî bibin. Ayin ji hêla Patrikê Ermeniyên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan ve hat birêvebirin.  Gelek berpirsên dewletê jî temaşeyê ayînê kirin.

Di dema ku dêra Ayasofya careke din bûye mizgeft, ayîna li Dêra Axtamarayê girîng tê nirxandin.