Li Iraqê ji ber koronayê 68 kesan canê xwe ji dest dan
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 68 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 894 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 8ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 269 hezar û 578 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 206 hezar û 324 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 597 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 7 hezar û 657 kesan canê xwe ji dest dane.