Çavuşoglu: Tirkiye li ser maseya gotûbêjan ji Yewnanistanê bihêztir e

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku welatê wî li qadê û li ser maseya gotûbêjan ji Yewnanistanê bihêztir e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku welatê wî li qadê û li ser maseya gotûbêjan ji Yewnanistanê bihêztir e.

Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê îro di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku di van demên dawî de Yewnanistanê îsbat kiriye ku pişgiriya gotûbêjan nake.

Çavuşoglu destnîşan kir: “Eger baweriya Yewnanistanê bi xwe heye, bila were ser maseya danûstandinan û li hember her kesî bibêje ku ew rast e.”

Peywendiyên navbera Yewnanistan û  Tirkiyê ji ber nakokiyên li ser rojhilatê Deryaya Spî, di van çend hefteyên dawî de aloziyeke mezin li pey xwe aniye, bi taybetî jî piştî wê yekê ku Tirkiye keştiya Oruç Reis şandiye Deryaya Spî bi mebesta lêgerîna gaz û petrolê, Yewnanistan jî wê herêmê weke beşek ji qeraxên ava xwe dibîne.