Rojîn Ehmed: Rêwî bê kontrolkirin derbasî Qamişlo dibin

Berdevka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê radigihîne, Firokxaneya navdewletî ya Qamişlo yek ji sedem û rêyên sereke yên zêdebûna hejmara pêketiyên ye.

K24: Navenda Nûçeyan – Berdevka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê radigihîne, Firokxaneya navdewletî ya Qamişlo yek ji sedem û rêyên sereke yên zêdebûna hejmara pêketiyên Koroyanê ye.

Derbarê zêdebûna hejmara pêketiyên bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistanê de, Berdevka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê Rojîn Ehmed ji K24 re ragihand, beşek ji rêwiyên bi riya firokxaneyê re digihin bê agahdariya Desteya Tendrustiyê derbasî herêmê dibin û ti kes nayê karantînekirin.

Da zanîn jî, heta niha ti hevrêzî û hevkarî di navbera desthilatên rêjîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de derbarê rûbirûbûna vîrûsa Koronayê li Firokxaneya navdewletî ya Qamişlo çê nebûye û ew sedemeke sereke bo ku vîrûsa Koronayê li herêma Cizîrê belav bûye.

Ev gotinên Berdevka Desteya Tendirustiyê di demekê de ye, hejmara pêketiyên Koronayê li rojavayê Kurdistanê gihîştiye 783 kesan, ji wan 42 kesan jî canê xwe ji dest dane.

S. B