Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê çiraya rêya xebata gelê me ye

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 59emîn Şoreşa Îlonê ya di 11ê Îlona 1961ê de peyamek belav kir.

K24: Hewlêr – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 59emîn Şoreşa Îlonê ya di 11ê Îlona 1961ê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Di vê bîranîna pîroz de em tekez li wê yekê dikin ku biha û hêz û tîhniya Şoreşa Îlonê em tu demekê ji bîr nakin û ew çiraya rêya xebata gelê me dimîne.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Pêncî û neh sal berî niha li rojekê wekî îro mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê li Iraqê bi navê berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurdistanê hilpêkir. Şoreşa mezin a Îlonê şoreşeke seranserî ya hemû navçeyên cuda cudayên Kurdistanê û hemû çîn û tiwêj û hemû pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê bû. Her çende destkeft û xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ji wê demê heta niha heye hemû encam û berdewamiya hêz û berfirehiya şoreşa mezin a Îlonê ye.

Şoreşa Îlonê xwendingehek jî bû, ji bo pêgihandina xebatkar û têkoşerên seranserê Kurdistanê. Ew şoreş îrade û bawerî bi xwebûnê ji bo gelê Kurdistanê vegerand û ji bo neyarên gelê Kurdistanê jî selmandin ku nikarin li rêya îhmalkirin û zordarî û sîtemkariyê wiha li xelkê Kurdistanê bikin destberdarê mafên xwe bin. Şoreşa Îlonê ji bo wê yekê di dîroka xebata gelê me de pir girîng e, ji ber ku di yek navçeyekê de nehate kurtkirin û rêkxistin û bîr û bawerî û Pêşmergebûnê û hêviya kûrahiya dilê xebatkar û têkoşerên Kurdistanê nêzîkî hevdû kir.

Di vê bîranîna pîroz de em tekez li wê yekê dikin ku biha û hêz û tîhniya Şoreşa Îlonê em tu demekê ji bîr nakin û ew çiraya rêya xebata gelê me dimîne. Pêzanînên min ji bo xebat û keda hemû şoreşger û Pêşmerge û kadîrên Şoreşa Îlonê heye çi jin û çi zilam ku qehremanane rola wan di vê şoreşa mezin de hebû. Hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Mesûd Barzanî

11 Îlon 2020