Şaneya Ragihandinê: Çar emîrên DAIŞê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê kuştina çar emîrên DAIŞê li parêzgeha Samera ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan: Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê kuştina çar emîrên DAIŞê li parêzgeha Samera ragihand.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya ser bi Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand; hêzeke hevbeş ji Lîwaya Taybet a Operasyonên Samera û Çekdarên Heşda Şe'bî, karîne roja înê 11ê Îlona 2020an di kemînekê de çar berpirsên giring ên rêxistina DAIŞê li devera Ferhatiye ya başûrê Samera bikujin.

Şaneyê diyar kiriye ku ji wan du kuştiyan, kembera bombekirî bi pişta xwe ve girê dabûn, lê li ser nasname û karên wan ên di nav rêxistinê de ti zanyarî nehatine eşkerekirin.

Kuştina wan çar emîrên DAIŞê di demekê de ye ku bi gotina hêzên ewlehiyê, niha artêş û hêzên dije-terorê yên Iraqê dest bi operasyonên berfireh kirine li parêzgehên başûr û naverasta Iraqê ji bo destdanîna ser çekên bêdestûr û desteserkirina kesên li derveyî yasayan tevgeriyane.