Iraq, hatina heciyên Îranî qedexe dike

Rûhanî ev daxûyanî di Navenda Neteweyî ya Dijekorona de da.

K24 - Navenda Nûçeyan: Ji ber vîrûsa koronayê, Hikûmeta Iraqê nahêle heciyên Îranî beşdarî aşûreyê bibin.

Her sal heciyên Îranî yên Şie mezheb tên kerbeleyê. Lêbelê îsal pandemiya koronayê heye. Lewra metirsiya belavbûnê pir zêde ye.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî daxûyaniyekê dide û dibêje; "Ji ber koronayê, Bexda ji Tehranê re gotiye, 'Em destûrê nandin heciyên Îranê nikevin hundirî sînorên me.'"

Rûhanî ev daxûyanî di Navenda Neteweyî ya Dijekorona de da.

Her wiha Rûhanî dibêje, "Belavbûna zêde ya koronayê li Îran û Iraqê îsal rênade hecî biçin Iraqê. Bîranîn û kombûnên li Îranê jî dê sînordar bin."

Kurê Îmam Elî, Hz. Hiseyn li Kerbelayê bi şêweyekî hovane hatibû kuştin. Her sal ev bûyer li Kerbelayê tê bikaranîn.