Hemo: Hebûna Rûsya û Amerîkayê li Rojava firseteke dîrokî ye

Ebdulbasit Hemo diyar kir: “Hatina Rûsya û Amerîkayê û dewletên weke Fransa û hêzên navdewletî, firseteke dîrokî ye ji bo Kurdan.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Ebdulbasit Hemo, Endamê Polîtburoya PDK-Sê derbarê hebûna welatên zilhêz li Sûriye û rojavayê Kurdistanê diyar kir: “Hatina Rûsya û Amerîkayê û dewletên weke Fransa û hêzên navdewletî, firseteke dîrokî ye ji bo Kurdan. Îro firseteke herî giring û zêrîn heye ku em Kurd karibin doza netewa Kurd bigihînin serxwebûnê û em bigihin mafên xwe.”

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulbasit Hemo ji Almanyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû bersiv da pirsên Cemal Batun.

Ebdulbasit Hemo li ser pirsa "Gelo hebûna gelek hêzan li rojavayê Kurdistanê alozî ye an derfet e?" diyar kir: “Krîza Sûriyê, krîzeke navdewletî ye. Ev sed sal e Kurdan xebat kirin, berxwedan kirin ji bo çareseriya xwe ya Kurdî û netewî, tim di astengên dewletên herêmî û dewletên dinyayê de biryarek hebû di yekîtiya netewan de di şerê sar de ku destwerdanê di karûbarên navxweyî yên dewletên din de nekin. Ev biryara sala 90î, hate hilweşandin.”

Derbarê hebûna welatên Amerîka û Rûsyayê li rojavayê Kurdistanê, Ebdulbasit Hemo diyar kir: “Di baweriya min de hatina Rûsya û Amerîkayê û dewletên weke Fransa û hêzên navdewletî, firseteke dîrokî ye ji bo Kurdan. Îro firseteke herî giring û zêrîn heye ku em Kurd karibin doza netewa Kurd bigihînin serxwebûnê û bigihin mafên xwe, weke miletên, Ereb, Faris û Tirk.”

Li ser peywendiyên dîplomatîk ên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ligel Amerîka, Rûsya û welatên Ewropayê, Ebdulbasit Hemo eşkere kir: “Hemû welat piştevaniya mafên gelê Kurd dikin û dibêjin ku mafê gelê Kurd rewa ye. Ji ber ku Kurd herî nêzîkî berjewendiyên van welatan e, ji ber ku dijî terorê ne û kesên demokrat in. Ji ber vê yekê miletê Kurd herî nêzîkî berjewendiyên van welatên rojava ne, bi taybetî Rûsya û Amerîkayê. Hemû dibêjin, lê di warê pratîkê de mixabin heta niha gavên mezin nehatine avêtin.”

Derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî de ku rêkeftinek di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) hatiye kirin, Ebdulbasit Hemo eşkere kir: “Firseta herî dîrokî ye ku Kurd bikaribin yek bin. Helbet rola dewletên Ewropayê, Fransa û Amerîka jî dixwazin, piştevaniya Cenabê Serok Mesûd Barzanî ya bihêz, weke çawa daxuyanî hate dayîn, di navbera ENKS û PYNKê de, divê em feyde ji tecrubeya miletê xwe û PDKê werbigrin, ku em karibin çawa nêzîkî van welatan bibin û nebin qurbaniyên berjewendiyên van welatên din. Îro firseta zêrîn e û em îstîfade ji birayên xwe yên Kurd bikin. Ew Kurdên me yên îro li parçeyên bakur û bi taybetî li Îranê, mixabin dixwazin mala Kurdî li Sûriyê, ne yek be. Biryar û helwestên îro ji Qendîlê derdikevin, mixabin di vê çarçoveyê de ne. Lê ez dibînim heta niha ew danûstandinên navbera Kurdan de baş dimeşin. Em hêvî dikin hê baştir û bilez bibin. Ji ber ku guhertinên cografî û guhertinên siyasî li herêmê pêş dikevin, ji ber vê yekê êrîşî ser yekrêziya mala Kurdî tê kirin.”

 

Î.A