Li Iraqê ji ber koronayê 80 kesan canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 80 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 244 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 15ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 298 hezar û 702 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 233 hezar û 346 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 8 hezar û 166 kesan canê xwe ji dest dane.