Almanya zêdetirî 1500 penaberan werdigre

Hikûmeta Almanyayê ragihand ku ew pêşwaziya 1533 penaberan dikin, ku niha li kampa Lîsbos a Yewnanistanê ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Almanyayê ragihand ku ew pêşwaziya 1533 penaberan dikin, ku niha li kampa Lîsbos a Yewnanistanê ne.

Piştî şewata kampa Moria, bi hezaran penaber li girava Lîsbos a Yewnanistanê bê penageh mane.

Cîgirê Şêwirmenda Almanyayê Olaf Scholz îro ragihand ku welatê wî pêşwaziya zêdetirî 1500 penaberan dike û ew penaber ji giravên Yewnanistanê ber bi Almanyayê bi rê ketine.

Rayedarê Almanî Olaf Scholz diyar kir; ewilî malbatên ku zarokên wan hene û li Yewnanistanê mafê penaberiyê wergirtine, werdigrin.

Herwiha eşkere kir: “Li gor destpêşxeriyeke Fransa û Almanyayê, 10 welatên Ewropayê dê 400 penaberên ku temenê wan ji 18 salî biçûktir e, werbigrin.”

Olaf Scholz behsa wê yekê jî kir ku divê li ser asta Yekîtiya Ewropayê çareseriyeke bingehîn ji bo vê kêşeyê were dîtin, ku ji sala 2015an ve li ser vê mijarê nêrînên cuda yên welatên Ewropayê hene.