Li Iraqê ji ber koronayê 82 kesan canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bor de ji ber vîrûsa koronayê 82 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bor de ji ber vîrûsa koronayê 82 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 82 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 457 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 16ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 303 hezar 59 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 237 hezar û 241 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 604 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 8 hezar û 248 kesan canê xwe ji dest dane.