Serok Barzanî karesata şehîdkirina malbata Kurd şermezar kir
Hewlêr (K24) - Serok Barzanî bi peyamekê karesata şehîdkirina malbata Dara Reuf şermezar kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Gelek mixabin welatî Dara Reuf ku Kurdê nîştecihê bajarê Bexdayê bû, ew bi xwe û xanim û keça xwe bi awayekî dirindane li Bexdayê hatin şehîdkirin.
Ji bilî wê yekê ku bi tundî wê tawanê şermezar dikim, sersaxiyê li malbat û kesûkarên Dara Reuf dikim. Herwiha destxweşiyê li hewl û keda dezgehên emnî yên bajarê Hewlêrê dikim ku karîn bi lez tawanbarê sereke yê vê tawanê eşkere bikin û desteser bikin.
Mesûd Barzanî
16 Îlon 2020