Cîhan.. Hejmara pêketiyên Koronayê 30 milyon derbas kir

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 30 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî 945 hezar kes derbas kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 30 milyon kes derbas kir û hejmara kesên bi wê vîrusê canê xwe jidest dane jî 945 hezar kes derbas kir.

Li gor dawî amarên li seranserî cîhanê hatine belavkirin, hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, 30 milyon û 38 hezar kesan derbas kir.

Herwiha ji nava wan pêketiyan jî, 945 hezar û 99 kesan canê xwe jidest dane. Li hemberê jî 21 milyon û 806 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde welatiyên wê bi vîrusa Koronayê ketine ye. Hejmara pêketiyan gihîştiye 6.6 milyon kesan. Herwiha zêdetir ji 197 hezar kesan jî canê xwe jidest dane.

Di pileya duyem a zêdebûna qurbaniyan de Hindistan piştî Amerîka tê, ku zêdetir ji 5 milyon kes li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetir ji 82 hezar kesan canê xwe jidest dane.

Herwiha Brazîl di pileya sêyemîn tê, zêdetir ji 4.4 milyon kes li wî welatî bi Koronayê ketin û zêdetir ji 134 hezar kesî jî canê xwe jidest dane.

Rûsya jî di pileya çarem de tê, zêdetir ji 1.7 milyon pêketî hatine tomarkirin û 18 hezar û 853 kesan cane xwe ji dest dan.

Li welatên herêmê jî, li Îranê zêdetir ji 410 hezar kesî bi Koronayê ketine û zêdetir 23 hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Li Tirkiyê zêdetir ji 296 hezar kesî bi vîrûsa Koronayê ketine û 7 hezar û 249 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.

Li Iraq û Herêma Kurdistanê jî hejmara kesên bi Koronayê ketine bi ser 237 hezar kesî ketiye, ji wan 8 hezar û 248 kesan canê xwe ji dest dane.