Li Iraqê 4 hezar û 326 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 84 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 326 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 17ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 307 hezar 385 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 241 hezar û 100 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 586 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 8 hezar û 332 kesan canê xwe ji dest dane.