RÛSYA - Kurdên Saratov ziman û kevneşopiya xwe diparêzin

Bajarê Saratov ji ber hewaya xwe ya xweş, ji bo çandinî û ajaldarî û veberhênanê, bûye devereke guncaw, herwiha zêdetirî 22 hezar Kurd li vê parêzgehê dijîn.
kurdistan24.net

 

Moskow (K24) – Bajarê Saratov ji ber hewaya xwe ya xweş, ji bo çandinî û ajaldarî û veberhênanê, bûye devereke guncaw, herwiha zêdetirî 22 hezar Kurd li vê parêzgehê dijîn.

Parêzgarê berê yê vî bajarî dibêje: “Kurdên Saratov di sektora aborî de roleke berçav dilîzin.” Zêdetirî 100 sal in ji cih û warê xwe dûr ketine û di nav neteweyên din de dijîn, lê belê ziman û kevneşopiya bapîrên xwe bi awayekî baş parastine.

Saratov yek ji bajarên başûrê rojhilatê Rûsyayê ye û 906 kîlometre ji Moskowa paytext dûr e. Nuwazebûna bajêr di wê yekê de ye ku hejmareke mezin neteweyên cuda tê de dijîn, Kurd yek ji wan neteweyan e.

Parêzgarê berê yê Saratov Dîmîtrî Fiyoderevîç Ayatskov pesnê rola Kurdan a li wî bajarî dide.

Ayatskov ji Kurdistan24ê re ragihand: “Kurd li gelek komarên Sovyeta Berê dijîn, di berhemanîna çandinî û ajaldarî de xelkekî xebatkar û çalak in. Bêguman zana û hunermendên Kurdan jî hene. Rûsya hemû deriyên xwe li ber wan vekirine, ti zextek li ser wan tine. Kurdên Saratovê roleke berçav di sektora aborî de dilizîn, berhemên şîr, pez û goştê sewalan bi endazeyeke baş berhem tînin.”

Rayedarên bajarê Saratov perçeyeke erd ji bo navenda kulturî li cem neteweyên din, li Parka Serkeftinê, ji bo Kurdan dabîn kiriye, lê belê nûnerên Kurd dibêjin, ew nikarin Mala Kurdan ava bikin û niha ev pêngav bêencam maye.

Serokê Jûra Civaka Parêzgeha Saratov Barîs Şîncuk dibêje: “Karê me yê ewil pêşvebirina kultura gelên ciyawaz e. Saratov yekem herêm e ku Kurd serxwebûna kultura xwe tê de wergirtiye. Kurd weke neteweyên din bi awayekî berdewam bone û ahengên xwe bi rûmetî pîroz dikin, bi govendan dilê her kesî şa dikin. Xaleke giring a govenda wan ew e ku bi hev re şahî dikin, loma her dem yekbûn û nêzîkbûn li ser wan xuya dike. Her dem bi mêvandariya nûnerên din boneyên xwe pîroz dikin, di nîşandana rehendên kultura xwe de wêrek in.”

Li gor amarên fermî 4200 Kurd li bajarê Saratov dijîn, lê li gor serjimêriya sala 2019an ku Kurd bi xwe encam dane, zêdetirî 22 hezar Kurd li Saratov, Ozînkî, Pîrîlubya, Yerşov, Dergaçî, Krasnî Kut, Îngilîs, Ritîşîve û Kilîşkove dijîn, ji ber rola wan a giring, navê Kurdan li vê parêzgehê diyar e.