Holanda li dijî Beşar Esed berê xwe dide Dadgeha Navdewletî

Holanda bi amadekirina daxwazeke yasayî li dijî Sûriyê li dadgeha ser Neteweyên Yekbûyî mijûl e, weke hewlek ji bo sizadana hikûmeta Beşar Esed.

Navenda Nûçeyan (K24) – Holanda bi amadekirina daxwazeke yasayî li dijî Sûriyê li dadgeha ser Neteweyên Yekbûyî mijûl e, weke hewlek ji bo sizadana hikûmeta Beşar Esed ji ber binpêkirinên rejîma wî yên li mafên mirovan û îşkencekirin û bikaranîna çekên kîmyayî. Ev pêngav di nameyeke Wezîrê Derve yê holandayê de hatiye ku îro arasteyî Parlementoya Holandayê kiriye.

Sûriye bi vê pêngavê hatiye agahdarkirin berî ku ev mijar biçe Dadgeha Navdewletî ya Laheyê.

Wezîrê Derve yê Holandayê Stef Blok di nameya xwe de diyar kiriye: “Îro Holanda biryara xwe ya li ser lêpirsîn û sizadana Sûriyê li gor yasayên navdewletî radigihîne, ji ber binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî îşkencekirinê.”

Di nameyê de amaje bi soza Sûriyê hatiye kirin ku Şamê di sala 2004an de îmze kiriye ku rêz li rêkeftinên Neteweyên Yekbûyî digre.

Piştî ku Rûsya gelek rêgirî li hewldanên Encûmena Asayîşa Navdewletî bo gihandina pirsa binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê bo Dadgeha Navdewletî ya Laheyê kir, Holandayê ev pêngav girte ber xwe.

Stef Blok dibêje: “Rejîma Esed gelek caran tawanên mezin encam dane, belge eşkere ne. Divê ceza hebe. Hejmareke mezin ji xelkê Sûriyê rûbirûyî îşkencekirin, kuştin, windabûn û êrîşên gazên jehrawî bûne, an jî hemû tiştên xwe ji dest dane dema ji bo rizgarkirina canê xwe direviyan.”

Holanda eşkere dike; ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyê ku bû 10 sal berdewam e, herî kêm 200 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û 100 kes winda bûne û 5 milyon û 500 hezar kes jî neçar mane ku ber bi welatên cîran birevin.