Li rojavayê Kurdistanê herêm bi herêm rewşa Koronayê!
K24 (Hewlêr) - Li rojavayê Kurdistanê, di encamên testên koronayê de 31 bûyerên nû hatine tomarkirin. Ji wan kesên bi koronayê ketine 22 mêr û 9 jin in.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mustafa, îro (yekşem) derheqê belavbûna koronayê de daxûyaniyeke resmî da.
Li gor daxûyaniyê, heta niha bi giştî 1 hezar û 151 kes bi koronayê ketine. 52 kesan canê xwe ji dest dane. 334 kes jî sax bûne.
Li gor herêman rêjeya pêketiyên koronayê wiha ye:
Hesekê: 9 kes
Qamişlo: 8 kes
Girkê Legê: 2 kes
Dêrikê: 4 kes
Tirbespiyê: 3 kes
Til Temir: 3 kes
Çilaxa: 1 kes
Şehba: 1 kes