Yekemîn leystika kurdî a digital dest bi xizmetê dike

Leystika bêjan ji bo zarokên 2 û 5 salî hatiye amadekirin û dê di telefonan de jî hebe.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) – Leyistika zarokan ya yekemîn Bêjan li ser înternetê bi awayekî dîjîtal dest pê dike. Projeya Bêjan ku ji 4 beşan pêk tê, di nav de 'Bêjan Perwerdehî', 'Bêjan Xêzefilm' 'Bêjan Pêleystok' û 'Bêjan leystik' hene. Projeya Bêjan dê di 26'ê Îlonê de li Diyarbekirê bi galaya xwe dest bi xizmetê bike. Rêvbirê projeyê Karsaz Behmen Dogû, da zanîn ku wan li ser Kurdî valahiyekî dîtine û dixwazin, wê pêwistiya zarok3en Kurd temam bikin.

Yekemîn leystika bi Kurdî Bêjan, dest bi xizmetê dike. Projeya ku li bajarê Diayrebkirê û Batmanê hatiye meşandin, xebatên ji bo amadekarî û xizmet dayîna projeyê xilas bûye û dê di 26'ê Îlonê de dest bi xizmetê bike. Karsaz û Rêvebirê projeyê Behmen Dogû naveroka leystika Bêjan ji bo Kurdistan24 wiha nirxand.

Rêvebirê Projeya “Bêjan” Behmen Dogû ji K24ê re got: "Leystika me yekemîn leystika Kurmancî ye ku me amade kiriye. Ew jî dê di 26'ê mehê de, li ser Apple storeyê û Google playê were weşandin. Projeya Bêjan 4 beşên wê hene, me seta pirtûkan çê kir ku ji 20 pirtûkan pêk tê. Me reze xêzefilmekî jî çê kiriye. Di wirde jî navê lehengê Bêjan e.  Bêjan Batmanî ye û 7 salî ye. Qerekterên din Şahmaran heye, hevalên wê yên din: Delal, Mîrza û Mem hene."

Leystika bêjan ji bo zarokên 2 û 5 salî hatiye amadekirin û dê di telefonan de jî bikarê bê leyîstin. Xêzefilma Bêjan jî her serdemekî ji 15 beşan pêktê û ewê jî bi awayekî dîjîtal bê firotin.

Behmen Dogû armanca xwe ji vê projeyê wiha radigihîne: "Zarokên me zimanê xwe, zimanê zikmakî nizanin û em hemû jî ji vê rewşê gazincan dikin. Bi rastî leystikan bi zimanên tirkî-îngilizî û zimanên din dileyîzin. Lê li ser dîjîtalê bi Kurdî zêde tişt tunene. Li ser înternetê zêdetir ferheng hene, ferheng xizmeteke gelek girîng û giranbiha ye, lê divê leystik û tiştên din jî hebin. Me di vî warî de valahiyeke mezin dît, û me xwest ku leystikeke Kurdî çêkin da ku zarokên me hem kêfa xwe bikin, hem jî fêrî zimanê xwe bibin.”

Rêvebirên projeyê tînin ziman ku ew dixwazin bibin marqayeke mezin û dê ji bo karên baştir û pêştetir jî xebat û projeyên xwe bidomînin.