Li Iraqê zêdetirî 5 hezar kes bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 72 kesan canê xwe ji dest dane û 5 hezar û 55 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 23yê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 332 hezar 635 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 264 hezar û 988 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 541 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 8 hezar û 754 kesan canê xwe ji dest dane.