Li Tirkiyê amarên herî dawî yên koronayê

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 711 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 711 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 23ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1767 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 308 hezar û 69 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1027 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 270 hezar û 723 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Hejmara nexweşên me yên giran îro gihişt 1561ê. Hejmara nexweşên din jî zêde dibe. Îro 1767 nexweş hatin tomarkirin. Ji bo ku sîstema me ya tendirustiyê bidome û xebatkarên me yên tendirustiyê bikarin xizmetê bikin, em bi hev re pabendî tedbîran bibin.”