Li Tirkiyê ji ber koronayê 74 kes mirin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 74 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 74 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 785 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 24ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1721 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 309 hezar û 790 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1241 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 271 hezar û 964 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Hejmara nexweşên me yên giran gihişt 1573an. Rêjeya zatureyê di nexweşan de (%6.6) kêm dibe. Îro 1721 nexweşên nû hatin tomarkirin. Xebatkarên me yên tendirustiyê gelek zîrek in. Bi pabendbûna tedbîran, em li cem xebatkarên me yên tendirustiyê bin.”