Mesrûr Barzanî: Salvegera referanduma bi rûmet payedar be

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê de peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê de peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Salvegera referamduma bi rûmet, salvegera nîşandana hestê azadîxwaziya gelê me di vê roja pîroz de bilind û payedar be.”

Mesrûr Barzanî ev peyam bi rêya tora civakî ya facebookê belav kir û di beşeke din a peyama xwe de diyar kir: “Ez hêvîdar im, hemû hêvî û mafên rewa yên gelê me bi awayekî aştiyane û serdemî pêk werin.”

Îro Kurdistaniyên li Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê, salvegera roja 25ê Îlona 2017an bi bîr tînin ku wê rojê xelkê Kurdistanê beşdarî referanduma serxwebûnê bûn û %93 ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin "Belê".