Li Herêma Kurdistanê 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 21 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 21 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 516 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 191 kes li Hewlêrê, 93 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê û 176 kes li Duhokê, 29 kes li Helebceyê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê û 9 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 45731 (Hewlêr: 16858, Silêmanî: 15792, Duhok: 11477, Helebce: 1604)

Mirin: 1671 (Hewlêr: 557, Silêmanî: 847, Duhok: 236, Helebce: 31)

Başbûn: 29422 (Hewlêr: 13445, Silêmanî: 10014, Duhok: 4470, Helebce: 1493)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.