"Dijminahiya nav civakê bilind û zêde dibe"

Partiyên ku bi HDP’ê re itifaqa Kurdistanî kirine, bi daxuayniyeke hevbeş, nerazîbûna xwe li hember operasyonên li ser siyasetmedarên Kurd ragihandin.

Diyarbekir (K24) - Partiyên ku bi HDP’ê re yekitiya Kurdistanî pêk anîne, bi daxuayniyeke hevbeş, nerazîbûna xwe li hember operasyonên li ser siyasetmedarên Kurd ragihandin. Daxwaz kirin ku "Bi riyên diyalogê lêgerîna çareseriya pirsgirêkan bê dîtin".

Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Kominist a Kurdistan (KKP), Partiya Însanî û Azadî, DDKD û rêxistinên ku bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê re îtifaq kirine daxûyaniyeke hevbeş dan.

Bi daxuyaniyê, girtina siyasetmedarên Kurd şermezar kirin û bal kişandin ku bi riyên tundî û polîtiqayên ewlekariyê pirsgirêk çareser nabin.

Dan xûyakirin ku, "Dijminahiya nav civakê bilind û zêde dibe. Daxwaz hat kirin ku riyên bi dîyalogê çareseriya pirasgirekan neyên girtin. Bi riyên aştiyane pirsgirêk werin çareser kirin."