Li dibistanên rojavayê Kurdistanê li dijî koronayê çi amadekarî hatin kirin?

Hevseroka Desteya Perwerdehiyê ya li Herêma Cizîrê Rohat Xelîl ragihand ku wan ji bo sala nû ya perwerdehiyê di mijara tedbîrên vîrûsa koronayê de amadekariyên xwe kirine.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Hevseroka Desteya Perwerdehiyê ya li Herêma Cizîrê Rohat Xelîl ragihand ku wan ji bo sala nû ya perwerdehiyê di mijara tedbîrên vîrûsa koronayê de amadekariyên xwe kirine.

Rohat Xelîl beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû li ser destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê axivî.

Hevseroka Desteya Perwerdehiyê ya li Herêma Cizîrê diyar kir ku him ji ber êrîşên Tirkiyê û him jî ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, par werzê perwerdehiyê bi zehmetî derbas bû û got: “Sala xwendinê ya 2020-2021 bi coşeke mezin dest pê kir, hemû xwendekar û mamoste berê xwe dan dibistanên xwe. Îro 2225 dibistanan deriyên xwe vekirin ji bo van xwendekaran ku îsal perwerdeya xwe bibînin.”

Li ser amadekariyên ji bo sala nû ya perwerdehiyê hatine kirin, Rohat Xelîl agahî dan û got: “Hemû dibistanên me hatin dermankirin û şûştin bi alîkariya şaredariyan. Li ser belavkirina xwendekaran di refan de amadekarî hatin kirin, danê sibê û danê êvarê hebûn. Hin jê jî me kir heftê sê roj, hin dibistanên ku hejmar ne zêde bû, me wek xwe hiştin. Mebesta me ew bû ku ew kombûna zêde çênebe. Di her refekê de 15 xwendekar hene û li ser her maseyek xwendekarek heye. Him ji bo kombûna zêde çênebe û him jî perwerdeya xwe bibînin.”

Rohat Xelîl eşkere kir ku xwendekar her hefte dê ji bo xweparastina ji vîrûsa koronayê werin agahdarkirin û herwiha li her dibistanekê mamosteyek hatiye erkdarkirin ku rewşa tendirustiyê ya xwendekaran bişopîne.