Ermenîstan bo NATO: Tirkiye bi F-16'yan şerê me dike!

Bi hevkariya NATO'yê forûma CYBERSEC2020 pêk hat. Sarkisyan bi vîdeo-konferansê baxaftinek kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Ermenîstanê Armen Sarkisyan dibêje, "Tirkiye, di şerê Qerebaxê de bi balafirên F-16 alîkariya Azerbaycanê dike. Bi şêwirmendên leşkerî û leşkerên kirêgirtî jî alikariyê dike."

Bi hevkariya NATO'yê forûma CYBERSEC2020 pêk hat. Sarkisyan bi vîdeo-konferansê baxaftinek kir. Di axaftina xwe de got, "Tirkiye bi firoke û leşkeran alîkariya Azerbaycanê dike."

Her wiha got, "Tirkiye bi 'balafirên bê balafirvan' piştevaniya Azerbaycanê dike. Ev piştevaniyeke piralî ye."

Sarkisyan dibêje, "Divê krîza Qerebaxê bi diyalogê were çareserkirin. Rûsya, DYE (Emrîka) û Frensa endamê platforma Minsk in. Ev Platforma Asayîş û Hevkariya Ewropa (AGIT) e. Em dikarin krîzê bi diyalogê çareser bikin."

Serokê Ermenîstanê bal kişand ser komkûjiya Ermeniyan a ku Tirkiyeyê pêk aniye û wiha got, "Berî 105 salan Împeretoriya Osmaniyan komkujî bi serê Ermeniyan anî. Bi çi awayî em destûr nadin ev komkûjî dûbare bibe."

Qerebax bi fîlî di bin kontrola Ermenîstanê ve ye. Ji aliyê yasatî ve ser bi Azarbaycanê ve ye. Lewma bi dehan salan e di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de krîza leşkerî û siyasî heye.