Li Tirkiyê 1427 kes bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 68 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 130 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 29ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1427 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 317 hezar û 272 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1452 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 278 hezar û 504 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Hejmara nexweşên me yên giran weke xwe berdewam e. Îro 1427 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Têkoşîna li dijî vîrûsê, dema bi hev re were kirin encam dide. Pêkve pabendbûna tedbîran, hêz dide têkoşînê. Ji bo berdewamiya serkeftinê, piştgiriya têkoşînê bikin.”