Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawî ya Mîrê Kuwêtê

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Ehmed El Cabir Es Sebah peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Mîr û gelê Kuwêtê kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah Ehmed El Cabir Es Sebah peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Mîr û gelê Kuwêtê kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Mîrê Dewleta Kuwêtê Şêx Sebah Ehmed El Cabir Es Sebah gihîşte min. Bi vê helkefta xemgîn pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata Mîrê birêz û gel û Hikûmeta Kuweytê dikim.

Xwedê jêrazî mînakekî biha yê bilind ê mirovdostiyê bû, di serdema wî de jî peywendiyên di navbera Kuwêt û Herêma Kurdistanê berfirehtir bûn.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im Xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û aramî û hedarê jî bi hemû aliyek bibexşîne.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û emê dîsa vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

29 Îlon 2020